Hemû hêzên çekdar ji Şingalê hatin derxistin

.

Hemû hêz û grubên çekdar ên li Şengalê baregehên xwe vala kirin û derketin derveyî wê qezayê.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê bi daxuyaniyekê careke din piştrast kir, hemû kom û hêzên çekdar ji navenda qezaya Şengalê derketine.

Berdevkê Operasyonên Hevbeş Lîwa Tehsîn Xefacî ji medyaya Iraqê re ragihand, derketina hêzên çekdar ji Şingalê li gor rêkeftina di navbera Hikûmeta Bexda û Hewlêrê de ye. Niha ti grubên çekdar li qezaya Şingalê nemane.

Berdevkê Operasyonên Hevbeş her wiha aşkere kir, derketina hemû hêzên çekdar ên ser bi PKKê ve ji Şingalê, bi guftûgoyê pêkhatiye.

Xefacî behsa wê yekê jî kir, hemhengiyeke hevbeş di navbera hêzên hevbeş ên Iraqê û hêzên Pêşmerge de heye, ji bo aramî li wê herêmê bi cih bibe.

Diyar kir, polîsê xwecihî li qezaya Şingalê bi erkê xwe radibin. Polîsa Federalî û Pasewanên Sînor jî, erkê wan parastin û dabînkirina ewlekariya sînorê bi Sûriyê re ye

Ev daxuyanî di demekê de ye, heftiyek e proseya vekişîna hêzên çekdar ji Şengalê dest pê kiriye. Ev jî piştî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser asayîkirina rewşa Şingalê û vegerandina koçberan tê.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê