Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn

.

Erebistana Siûdî û Qeterê hemû deynên Sûriyeyê yên li Banka Cîhanî dan.

Erebistana Siûdî û Qeter, derbarê dayîna deynê Sûriyeyê yê li Banka Cîhanî daxuyanî dabûn.

Hat zanîn ku 15 milyon dolar deynê Sûriyeyê yê li Banka Cîhanî hatiye dayîn.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê SANAyê, Sûriyeyê spasiya Qeter û Erebistana Siûdî kir ku di dayîna deynê wê yê li Banka Cîhanî de piştgirî dane.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê jî derbarê vê mijarê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:

"Komara Erebî ya Sûriyeyê, ji bo dayîna deynê darayî yê 15 milyon dolaran yê li Banka Cîhanî, spasiya Erebistana Siûdî û Qeterê dike."

Ev gav, biryardariya hevpar a piştgirîdayîna gelê Sûriyeyê û sivikkirina barê wan ê aborî nîşan dide.

Her wiha, ji bo avakirina ji nû ve, deriyê çalakkirina hevkariyê ya bi saziyên navneteweyî re jî vedike.

Sûriye baş dizane ku rêya herî baş a serederîkirina bi zehmetiyên heyî re hevkariya hevpar a Ereban e.”

Kurdistan Haberleri

Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc
Îranê hişyarî da Herêma Kurdistanê
Bodo Ramelow: Federalîzm ji bo Sûriyeyê modeleke guncav e û ne cudaxwazî ye
Bi mûşekan êrişî Balafirgeha Bexdayê hat kirin