Hemû alî piştevanîya yekxistina hêza Pêşmerge dikin

Dilşad Şehab, rawêjakarê Serokê Herêma, piştî civîna Nêçîrvan Barzanî - Serokê Herêma Kurdistanê û Partîya Demokrata Kurdistanê, armanc û naveroka civînê aşkera kir.

Navenda Nûçeyan- Dilşad Şehab di konfiranseke rojanamevanî de ragehand, derbarê danûstandinên Herêm û Bexdayê gotûbêj hatin kirin.

Ragehand jî:Behsa mijara destûrê Îraqê hate kirin, ku di Civata Nûnerên Îraqê de pêngav bo guhertina wê dihên havêjtin û bo vê mebestê jî hewla yekxistin û yekgirtina nûnerên Kurd didin li Îraqê.

 Amaje bi wê yekê jî da, ku pêngavên Serokatîya Herêmê bo yekxistina hêzên Pêşmerge bi hevkarîya wezareta Pêşmerge û sazîyên hikumetê destpêkirine û cihê xweşhalîyê ye ku hemû alî piştevanê Serokê Herêmê ne bo evê mebestê.

Aşkera kir jî , di civînê de behsa berdewamîya peywendîyên navbera Serokatîya Herêmê û alîyên sîyasî hat kirin ji bo ku peywendî baştir û bihêztir bin di nav Herêma Kurdistanê de.

Çavkanî: K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist