Hello Washington: Kurdên Sûrîyê Û Dîyaloga Navxweyî

Bernama "Hello Washington" mijara aştîya di nava Kurdên Sûrîyê de ligel nûnerên her du alîyên sereke yên Kurdên Sûrîyê bi Meslîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) û ENKSê gotûbêj kir.

Navenda Nûçeyan- Destpêka vê hefteyê Rêveberîya xweser bi piştevanîya Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) û bi pêşengîya fermandarê wê yê giştî General Mazlûm Ebdî, banga aştîya navxweyî ya Kurdan Sûrîyê kirin. 

Ebdî, berê jî di twîteke xwe de sinyalên hewildanên aştîyê di nava kurdan de ragihand bû, û dabû zanîn ku berpirsên Herêma Kurdistana Îraqê jî pştevanîyê wê hewildanê dikin.

Vê hefetyê, dîsan şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurdên Sûrîyê (ENKS) ligel Amerîkîyan li Sûrîyê rûniştibûn.

Roja Înê fermandarîya HSDê li bakur û rojhilata Sûrîyê ligel hin partî û hêzên sîyasî yên Kurdên Sûrî rûnişt.

Bernama "Hello Washington" mijara aştîya di nava Kurdên Sûrîyê de ligel nûnerên her du alîyên sereke yên Kurdên Sûrîyê bi Meslîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) û ENKSê gotûbêj kir.

Mêvanên bernamê Hoşeng Derwîş, Nûnerê MSDê li Herêma Kurdistana Îraqê û Abdullah Gedo nûnerê ENKS li di hevpeymanîya Sûrî ya opozisyon de ji Tirkîyê beşdarî bernamê bûn.

Pêşî Derwîş got"Heta niha Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, yek tişt yan daxûyanîyek fermî derbarê destpêşxerî û hewildanên HSDê bo aştîya navxwe ya Kurdên Sûrî ne weşandîye".

Gedo ji alîyê xwe de got "Em du projeyên gelek dûrî hevin, me qedera xwe bi ya Î'tîlafa Sûrî ve girêdaye". Wî herwiha got, divê di warê praktîkê de li ser erdê tişt pêk bên.

Di bernamê de weha hat xûyakirin ku xalên dûrketina herdu alîyên bi nakok ENKS û Rêveberîya Xweser zêdetirin ji xalên nêzîkbûnê.

Lê dîsan jî, her du alîyan anî ziman ku ew daxwazkarên aştîya navxwene, lê gelek pirs hene divê bihên zelal kirin û çareser kirin da ku dîyalogek cidî pêk were.

Dengê Amerîka

Siyaset Haberleri

Şer bandorê li Sûriyeyê jî dike, 5 mirî hene
Senator Feraud: Pêwîst e Kurd di paşeroja Îranê de li ber çavan bên girtin
Bi mûşek û dronan êrişî Kampa Azadiya hat kirin
Hilbijartina rêberê nû yê Îranê gihişt kîjan qonaxê?
Zalmey Xelîlzad: Divê Kurd agahdar bin, dibe ku ev derfet careke din neyê