Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da

.

Li Kenyayê di qeza helîkoptera leşkerî de jimara miriyan gihaye 10 kesan ku di nava wan de serokerkanê dewleta Kenyayê Francis Omondi Ogolla jî heye.

Helîkoptera leşkerî ji payîtexta Kenyayê bi 400 km dûr li devera Elgeyo Marakwetê ketiye û jimara kesên mirî gihaye 10 kesan. Serokê dewleta Kenyayê William Ruto, ragihand ku serokerkan Ogolla diçû seredana yekîneyên leşkerî yên ku li devera rojavayê bakûrê Kenyayê hatibûn wezîfedarkirin.

Serokê dewletê her weha got ku piştî helikopter bi hewa ketiye çend deqe bi şûn de ketiye û 2 leşker ji qezayê sax rizgar bûne. Ruto got ku li ser qezayê lêpirsîn daye destpêkirin û weha dewam kir:

“Welatê me generalekî ji yê herî cesûr, wenda kir. Mirina general Ogolla min gelek diêşîne. Generalekî 4 stêrk, di wexta xizmeta welatê xwe de li ser wezîfa xwe canê xwe da.”

General Ogolla berê fermandarê hêzên hewayî bû, cîgirê serokerkan bû û sala borî serokkomar Ruto ew kir serokerkanê Kenyayê.

Siyaset Haberleri

Ahmet Guneştekîn li Romayê pêşangehek vekir
Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn