HELEB - Êrişî taxa Kurdan hat kirin

.

 Hêzên desthilata nû ya Sûriyeyê êrişî xaleke kontrolê ya taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê kir.

Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, çekdarên desthilata Şamê êrişî xala kontrolê ya li herêma Ewaridê ya taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê kir.

Di encamê de 3 endamên Hêzên Ewlehiya Navxwe û kesek birîndar bûn.

Hat zanîn ku Hêzên Parastina Şêx Meqsûdê bersiv daye êrişê.

Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê 27ê Çiriya Paşîn a 2024an bêyî ku rastî berxwedana hêzên hikumeta Sûriyeyê bên piraniya bajarê Helebê kontrol kirin.

Çekdaran xwest bikevin her du taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê jî.

Lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ber wan rê girt.

Paşê jî HSD û HTŞyê li ser her du taxan li hev kir.

Taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê ku taxeke Kurdan e, di kontrola HSDyê de ye.

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê di warî îdarî û birêvebirinê de ji aliyê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve tên birêvebirin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê