‘Helbijartinên encûmena parêzgehan tê hilweşandin!’

Parlamenterekî Iraqê ragehand, li gor sererast kirin û nûjen kirinên destûrê dê helbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê bê hilweşandin.

Navenda Nûçeyan- Parlamenterê Iraqê Ednan Zerfî ji Sumerîya ragihand, sîstema parlamenterî li welatan serkeftî ye, lê ‘’Me ezmûna parlamentoyê li Iraqê têkda.’’

Ednan Zerfî got, ji ber yek ji daxwazên xwepêşanderan bûye, sererast kirina destûra mayînde ya Iraqê, dê helbijartinên encûmena parêzgehan jî bên hilweşandin.

Wî parlamenterî amaje bi giran û zehmetîya sererast kirina destûrê bi temamî kir û ragihand: ‘’Tenê beşek ji madeyên destûrê dê bên nûjen kirin û sererast kirin.’’

Destûra Iraqê di sala 2005ê ji alîyê piranîya hemwelatîyên Iraqê û herêma Kurdistanê ve hat pejirandin û li gor destûrê jî yekparçeyî mana axa Iraqê girêdayîye bi bicîhanîna madeyên wê destûrê ve.

Çavkanî: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Kurd di berzexa şer û lihevhatina sar a Amerîka û Îranê de
Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin