Helbestvan Seydayê Dilbirîn koça dawî kir

Îro li bajarê Qamişlo helbestvanê Kurd Ferhan Hisên ku bi navê Seydayê Dilbirîn naskirî ye, di 73 saliya xwe de, di encama nexweşiyekê de koça dawî kir.

Termê Seydayê Dilbirîn li goristana Hilêlyê hate veşartin.

Ew di sala 1946 li gundê Çaxir Bajar li başûrê Amûd a Rojavayê Kurdistanê jidayik bûbû.

Di nav salên 1963 û 1967an de, ji aliyê hêzên ewlekariyê hatibû girtin. Çend dîwanên wî hene, wek Gulistan, Mizgîn û Derdê Welat.

Sala 2004an beşdarî damezrandina Yekîtiya Nivisakar û Rojnamevanên Kurd bû û di sala 2014an de beşdarî damezrandina Yekîtiya Niviskarên Kurd-Sûriyê bûbû.

Seydayê Dilbirîn bi şêweya klasîk helbest dinivîsandin û bandora Seydayê Cegerxwîn û Tîrêj lê hebû û Seydayê Tîrêj bi xwe navê Dilbirîn lê kiribû.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?