Hejmarek meyîtên enfalbûyan ji herêma Kurdistanê re tên vegerandin

Rêveberê gorên komî li wezareta şehîd û enfalbûyan a herêma Kurdistanê ragehand, biryare di salvegera karesata enfalê de hejmarek meyîtên enfalbûyan ji herêma Kurdistanê re bên vegerandin û li Germîyanê bi axê bên spartin.

Navenda Nûçeyan - Rêveberê gorên komî yê wezareta şehîdan û enfalbûyên herêma Kurdistanê Sîrwan Celal ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî demekî dirêj kar li ser kirinê, nimûneyên hêstîyên 172 meyîtên enfalbûyan ji ezmûngehên pêwîst re derbasbûn û encam derketine û ew meyît li qeza Selmanî ya ser bi parêzgeha Semawe hatine dîtin. Ji bijîşkê dadî yê Bexda re hatibûn şandin ku nasnameyên wan bên aşkera kirin.’’

Herwaha got: ‘’Karê gerîn û dîtina meyîtên enfalbûyan proseyekî bi bêhnfirehî û hestyar e û dem jî dixwaze. Ji ber wê wek wezareta şehîdan emê berdewam bin heta bên dîtin û wan meyîtan hemûyan jî bînin.’’

Sîrwan Celal got: ‘’Amadekarîyên me destpê kirine bo vegerandina wan meyîtan. Dê ji goristana Banî Meqan a Germîyanê re bên veguhestin. Eger ti pirsgirêk û astengîyek tine be, roja 14.04ê ku salvegera enfalê ye bi merasîmekî ve ew meyît dê ji axê re bên spartin, lê nayê zanîn ew meyît ên xelkê kîjan navçeyekî herêma Kurdistanê ne.’’

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist