Hejmara zarokên DAIŞiyên Ewropî yên li Rojavayê Kurdistanê hat aşkera kirin

.

Hejmara zarokên çekdarên Ewropî yên rêxistina terorîst a DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê hat aşkera kirin.

Piştî rizgar kirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞê, Hêzên Sûriya Demokrat (HSD)ê jin û zarokên çekdarên DAIŞê li kampên Roj û Hol ên Rojavayê Kurdistanê kom kirin.

Du lêkolînvanên bi navê Rik Coolsaet û Thomas Renard li zankoyekî Bruksel a paytexta Belçîka ya Egmondê lêkolînek kirine û li gor wê lêkolînê hejmara zarokên Ewropî yên çekdarên DAIŞê aşkera kirine.

Li gor lêkolîna wan her du lêkolînvanan 610 heta 680 zarokên Ewropî li wan her du kampên Rojavayê Kurdistanê li gel dayîkên xwe di bin çav de ne û ji sêyan yek ji wan zarokan jî bi esil hemwelatiyên Fransayê ne.

 

Kurdîstan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye
Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin