Hejmara tûşbûyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 1,433 kesan

Di rojekê de li Herêma Kurdistanê 120 kes bi vîrusa Koronayê ketin, bi vê yekê hejmara giştî ya tûşbûyan gihişte hezar û 433 kesan.

Navenda Nûçeyan - Li gor amarên Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê 8ê Hezîranê amarên 24 saetên dawîn de 120 kes bi koronayê ketin 3 kesan jî canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyanîya Wezareta tendirsûtîya Herêma Kurdistanê herî dawî li Hewlêrê 34 tûşbûyên nû hatine tomar kirin ku berî nih jî li Li parêzgeha Duhokê tûşbûyekê din û li Silêmanîyê jî   61 tûşbûyên din yên Koronayê hatine tomar kirin.

Ew tûşbûyên din jî li Helebce û herêma Germîyan bûne.

Ji alîyê xwe ve birêveberîya Tendirustîya Duhokê başbûna 5 tûşbûyan ragihandîye.

Li Herêma Kurdistanê hezar û 433 kes bi vîrusa Koronayê ketine, 542 ji wan başbûne û heta niha 28 ji wan jî canê xwe ji dest dane

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin