Hejmara serbazên Tirkîyê yên li Idlibê hatine kuştin zêde bû

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê ragihand, hejmara serbazên wan ên li Idlibê rastî êrîşê hatine û canê xwe jidest dane, bû 6 serbaz.

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê danê sibê ragihandibû, 4 serbazê wê di êrîşeke artêşa Sûrîyê de li ser Seraqiba Idlibê hatin kuştin û 9 serbazên din jî birîndar bûn, birîna yekî jî pir giran e.

Lê Wezaretê di daxuyanîyekê de ragihand, hejmara serbazên wan ên canê xwe jidest dane bû 6.

Di wê derbarê de Serokomarê Tirkîyê Recep Teyip ragihand, wan bi 122 mûşekan û 100 topên Hawinê bersiva êrîşa artêşa Sûrîyê li ser hêzên wan li Idlibê dane.

Ji alîyê xwe ve, Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûrîyê îro di daxuyanîyekê de tekez kir, şeva bûrî yekîneyên hêzên Tirkî bê agahdarîya alîyê Rûsî li hundir “herêma kêmkirina alozîyan” li rojavayê Seraqibê gerîyabûn û dema artêşa Sûrîyê êrîşî teroristan dikin, ew jî ketin ber êrîşekê.

Dîyar kir jî, di encamê de hejmarek ji serbazên Tirk birîndar bûn û hêzên Rûsî bi hêzên Tirkî re di pêwendîya berdewam de ne, ji bo veguhastina serbazên birîndar.

 K24

 

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin