Hejmara qurbanîyên erdheja Bakurê Kurdistanê gihişt 21 kesan

Di encama erdheja li Bakurê Kurdistanê Kurdistanê hejmara qurbanîyan gihişt 21 kesan û herwiha 1015 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan- Di encama erdheja bi 6.8 pileya rîxterê ku navenda wê qezaya Sîvrîce bûye, li navenda bajarê Xarpêtê hejmarek ji avahîyan bi temamî hilweşîyane.

Li gor zanyarîyên peyamnêrê Rûdawê, li taxa Sursuru 3 avahîyên 5 qatî, li taxa Mustafa Paşa jî 2 avahîyên 5 qatî hilweşîyan û termê 4 kesan ji bin wan avahîyan hatin derxistin.

Herwiha li gor zanyarîyên peyamnêrê me hejmareke din a xelkê din bin wan avahîyan de mane û tîmên hawarçûnê hewl didin xwe bigihîninê.

Li alîyê din xelkê Xarpêtê bi dirêjîya şevê li kolanan bûn ku asta germahîyê ketîye heta 12 pileyan bo jêr sifrê.

Li bajarên Amed, Dêrsim û Çewlîgê jî hejmareke xelkê bo ku xwe bigîhinîn kesûkarên xwe li Xarpêtê ketin ser rê.

Suleyman Soylu, Wezîrê Navxwe yê Tirkîyê aşkere kir ku li Xarpêtê 16 û li Meletîyê jî 4, bi giştî 20 kesan di encama erdhejê de canê xwe ji dest dane.

Fahrettîn Koca, Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê jî aşkere kir ku nêzî 30 hemwelatî jî di bin avahîyên hilweşîyayî de mane û got, “Dibe ku hejmara qurbanîyan zêde bibe.”

Rêveberîya Rewşên Awarte (AFAD) jî dîyar kir ku di encama erdhejê de li bajarên Xarpêt, Meletî, Amed, Semsûr, Êlih, Mereş û Rihayê bi giştî 1015 kes birîndar bûne.

Her li gor zanyarîyên AFADê jibilî erdheja bi 6.8 pileya rîxterê, 11 erdhejên din jî li wê navçeyê rû dane ku pileya wan li jorî 4 e.

 

 

 

Siyaset Haberleri

Kurd di berzexa şer û lihevhatina sar a Amerîka û Îranê de
Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin