Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 3,500,000 Derbaz Kir

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 3,500,000 derbaz kir.

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 3,508,566 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatîye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 1,150,000 e.

Li dû Amerîka, bi 217,466 pêketîyan Îspanya, li dû wê jî bi 210,717 pêketîyan Îtalya tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka 67,682 li Îtalya 28,884 li Brîtanya 28,520 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê bi qasî 84,000 pêketîyên vîrusa korona hene û 4,637 kes bi wê mirine.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist