Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 26 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 26 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 26,037,404 kes bi vîrusa korona ketine.


Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmar pêketîyan pirtir ji 6,1 milyon e. Li dû Amerika, bi 3,9 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 3,8 mîlyon pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê pirtir ji 863 hezar kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 185,747 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêşî de ye û li dû wê bi 123,780 mirinan Brezîlya heye.

Vîrusa korona di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê bi qasî 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4727 kes bi wê mirine.

 

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene