Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 22 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 22 mîlyon derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 22,158,775 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatîye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 5,5 mîlyon e.

Li dû Amerîka, bi 3,4 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 2,7 mîlyon pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 781,366 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 171,823 mirinên ji vîrusa korona di rêza pêşî de ye û li dû wê bi 109,888 mirinan Brezîlya heye.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê bi qasî 90,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4705 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Dengê Amerika

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist