Hejmara Pêketîyên Korona Nêzî 25 Mîlyonan Dibe

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 24 mîlyon derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 24,007,049 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatîye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 5,8 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 3,6 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 3,2 mîlyon pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê bi qasî 822,000 kesan jîyanên xwe ji dest dane.Amerîka bi 179,310 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêşî de ye û li dû wê bi 116,580 mirinan Brezîlya tê.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû ji wir derbazî dewletên din bûbû.Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê bi qasî 90,000 kes bi vîrusa korona ketine 4,712 kes bi wê mirine.

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin