Hejmara Pêketîyên Korona 9 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 9 mîlyon derbaz kir.

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 9,015,582 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatîye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 2,300,000 e.

Li dû Amerîka bi pirtir ji 1 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 591,000 pêketîyan Rûsya tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka 120,225, li Brezîlya 50,591 û li Brîtanya 42,731 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 84,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,639 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

 

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin