Hejmara Mirinên ji Vîrusa Korona 290,000 Derbaz Kir

Hejmara mirinên jiber vîrusa korona 290,000 derbaz kir.

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 290,838 kesan jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatîye tespît kirin ku wê vîrusê li wir pirtir ji 82,000 kes kuştine.

Li dû Amerîka, bi 32,769 mirinên jiber vîrusa korona Brîtanya, li dû wê jî bi 30,911 mirinan Îtalya tê.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeh Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 4637 kesan jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist