Hejmara Kurdên ku li Almanyayê hatine hilbijartin bû 7

.

 Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên Almanyayê, 7 Kurd hatine hilbijartin û dê derbasî parlamentoyê bibin.

Dengdana hilbijartinên giştî yên pêşwext ên Almanyayê doh bi dema Almanyayê saet 18:00an bi dawî bû.

Li Almanyayê di hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Federal a Almanyayê de Partiya Yekîtiya Xirîstiyanan (CDU) ji sedî 29ê dengan bi dest xistin û bû partiya yekem.

Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ku xwedî nêrîneke rastgir a tund e ji sedî 19,5ê dengan bi dest xistin û bû partiya duyem.

Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a Serokwezîr Olaf Scholz ji sedî 16ê dengan bi dest xistin û bû sêyem.

Partiya Keskan (Die Grune) jî ji sedî 13,5ê dengan bi dest xistin û li gorî hilbijartinên 2021ê dengên wê ji sedî 1,2 kêm bûne.

Partiya Çep ji sedî 8,5, Partiya Demokrat a Azad (FDP) ji sedî 4,9 û Hevpeymaniya Sara Wagenknecht jî ji sedî 4,7ê dengan bi dest xistin.

7 Kurd hatin hilbijartin

Li gorî encamên heta niha, ji Kurdan  Cansu Ozdemîr, Gokay Akbulut, Cem Înce, Ferat Koçak û Mîrza Edîs ên ji Partiya Çep, Qasim Tahîrê ji Yekîtiya Keskan û Serdar Yukselê ji Partiya Sosyal Demokrat hatine hilbijartin.

Serdar Yuksel bi rêya hesabê xwe yê Instagramê diyar kir ku ew bi sedî 33yê dengan hatiye hilbijartin û spasiya piştgirên xwe kir.

Divê were gotin ku bi tevahî 12 namzedên Kurd hebûn.

Siyaset Haberleri

CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin
Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt
Rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê: Îraq berê xwe diguherîne