Karbidestên Meksîko didin zanîn ku hejmarên koçberên ji welatên Amerîka Navîn yên ku dixwazin di ser Meksîko re derbazî Amerîka bibin kêm dibe.
Li gor daneyên karbidestên ew hejmar ji Gulanê vir ve 39 ji sedê daketiye.
Wezîrê Derve yê Meksîko Marcelo Ebrard dîyar kir ku hejmara koçberên ji Amerîka Navîn di meha Hezîranê de ji 144,278 daketiye 87,648’an.
Ebrard da zanîn ku jiber ku ew êdî li gor qanûnên koçberîyê tevdigerin û bo koçberên fersendên kar çêbûye, ew hejmar daketiye.
Wî got ku ewê bo pêşdeçûna Meksîko bang li xêrxwazên navneteweyî bikin û konferansekê li dar xin.
Wezîrê Derve yê Meksîko herwiha dîyar kir ku ew hazirîyê dikin ku li Ciuadad Juarez ya li sînor bo koçberan navendeke xizmetê vekin.
Amerîka Haberleri
Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene