Hejmara kesên di kêştîya noqî avê bû de mirin, derket 26’an

Hejmera kesên di kêştîya li Gola Wanê noqî avê bû de, derket 26’an. Di xebatên 16 rojin dewam dike de du cenazeyên din îro hatin dîtin.

Keştîya ji taxa Altinsaç a navçeya Westanê di 27’ê Hezîranê de di Gola Wanê de ket rê û piştre noqî avê bû, li nêzî Girava Çarpanakê 107 metre di kurahîya vê de hatibû dîtin. Cenazeyên penaberên di kêştîyê de jîyana xwe ji dest dabûn, yek bi yek ji avê tên derxistin.  

 

Cenazeyên di keştîyê de bi rêbaza çengele ji avê tên derxistin. Çengel bi cîhazanên Row ve tên girêdan û yek bi yek cenaze tên derxistin. 

 

Heya niha cenazeyê 13 penaberan li ser avê hatin dîtin û 6 jê ji kêştîyê hatin derxistin. Di encama xebatên hatin kirin de, îrojî cenazeyê du kesên din ji avê hatin derxistin.

 

Cenazeyên hatin derxsitin, li Sazîya Tipa Edlî (ATK) tên girtin.  Ji bo derxistina cezayê penaberan xebatên lêgerînê dewam dikin. 

 

 

Siyaset Haberleri

Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye
Pêwendiya telefonî ya Sine û Silêmaniyê: 'Ji bo alîkariyê amade ne'