Hejmara Duyem a Fanzîna "Sînemaya Serbixwe" Derket

Kovara “Sînemeya Serbixwe” bi hejmaran duyemîn li pêşberî xwendevanên xwe ye.

Navenda Nûçeyan- Kovara “Sînemeya Serbixwe” bi hejmaran duyemîn li pêşberî xwendevanên xwe ye.

 

Ji Edîtor

“Silav û rêz xwînerên hêja!

 

Piştî hejmara yekemîn a fanzîna sînema, çand-hunerê bi kurdî “Sînemaya Serbixwe” salek derbas bû û hejmara duyemîn a fanzîna me, li pêşberî xwendevanên xwe ye.

 

Hunera Heftemîn “Sînema” ji gelek huner û çand û dîsîplînên jîyanê pêk tê û têde reng û dengên cuda û nû yên xwezaya jîyanê dihewîne. 

 

Ev hunera ciwan ji sala 1895’an vir de weke wêneyan, bi awayên cur bi cur, erdnîgarîya xweza û jîyanê xuya dike û bi saya wê jîyan, dem, deng û rengan watedar dibin û wê mijar û pirsgirêkên heyatê rave dike û digihîne mirovan. 

 

“Hunera Heftemîn, di nav rojên jandar û tarî de dibe hêvîyeke germ û ronak, û bihara wê bêdemsal şîn tê û vedibe…” Rû û çavên sinemayê, sînorên ku li ser cîhanê radike û ew dikare bi demê re hemû xeletî û pêşdarazîyan tune bike...”

 

Sala par, di meha Tîrmehê de malpera www.sinemayaserbixwe.com’ê dest bi weşanê kir û weşanê xwe yên li ser sînema û çand-hunerê didomîne. Em ji bo sêwirandina logoya malperê gelek spasî Jujî Tasarim ve dikin.

 

Wekî ku hejmara yekemîn, di hejmara nû ya fanzîna me ya “Sînemaya Serbixwe” de jî, nivîs, gotar, hevpeyivîn, nûçe û naverokên cur bi cur cih digirin.

 

“Ji bo civakê, ji bo hunerê, ji bo jîyanê sînema...”

 

Bimînin bi xêr û xweşîyê de

Bi hevre ji hejmarên nû ve…”

 

Ji bo hejmara duyemîn bitikînin:

Lînka E-Fanzîna "Sînemaya Serbixwe" Hejmar 2: 

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin