Hejmara 23. a Kovara Şermola Derket

.

Hejmara (23) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.

Dosyaya vê hejmarê  "Pirtûkxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ye , di hejmarê de hejmarek nivîskar û rewşenbîran nêrînên xwe li ser rola pirtûkxaneyan di jiyana wêjeyî û çandî de û girîngiya avakirina Pirtûkxaneya Niştimanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, anîn ziman. Her wiha Desteya Sernivîskariyê ya kovarê raporek li ser rewşa  pirtûkxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade kiriye.

Her wiha di hejmarê de çend mijarên wêjeyî û çandî ku ji aliyê bi nivîskarên Rojavayê Kurdistanê ve hatine nivîsîn hene.

Hejmara (23) a kovara Şermola 184 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.

Di beşa kurdî de ev berhem hene:

pêşekî

- Pirtûkxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê “Pirtûkxaneya Niştîmanî Pêwîstiyeke Tekez e”..(Desteya Sernivîskariyê)

Dosyaya Hejmarê

- Rapirsiya “Şermola” derbarê rola pirtûkxaneyan û avakirina Pirtûkxaneya Niştimanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.. (Desteya Sernivîskariyê)

-  Pirtûkxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Desteya Sernivîskarîyê)

Hevpeyvîna Hejmarê

- Li gel Nivîskar Ebbas Mûsa ye (Hevpeyvîner: Aram Hesen)

Lêkolîn

- Ji helbestên Melayê Cizîrî: DÎSA JI NÛ BÊHAL E DIL .. (Diyar Bohtî)

-Kurd û Perwerde .. (Berzo Mehmûd)

Pirtûkên Derketî

- Pirtûkên Derketî.. (Desteya Sernivîskarîyê)

Serbest

-Kanî Kekê Min?!.. (Salihê Heydo)

Helbest

- Ez li vir im.. (Mihemed Cumaa)

- Hew.. (Aras Qasim)

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye