Heft Saliya PAKê Li Kurdên Dîaspora Pîroz Be

.

Heft saliya PAKê li Kurd û Kurdistanê, li PAKîyan, piştgirên PAKê û li hemû Kurdistanîyên li dîasporayê pîroz be.

Me di 7 salên herî dijwar yê Bakurê Kurdistanê de ji bo welatek azad, jiyanek bi rûmet, bi Kurdî, bi navê Kurdistanê, ji şîdetê dûr, vekirî û bêminet têkoşa û em têdikoşin.

Tu milet û tu maf bê têkoşîna birêxistinî bi ser nakeve.

PAK bi îmkan û bi keda endam û piştgirên xwe heta niha xebat kiriye û dixebite.

PAK ji bo bidestxistina kultura yekîtîyê, hevkariyê, hevpariyê, tolerans û diyalogê ku li welatê me û di nav tevgera azadîya welatê me de lawaz e, kar kir. Û dê ji vî pêve jî kar bike.

Di 7êmîn salvegera a PAKê de em piştgirên PAK li dîaspora bangî hemû kurdên ji Bakurê Kurdistanê û ku li dîaspora dijîn, dikin: Werin, em bi hev re xwedî li PAKê derkevin û wê xurttir bikin.

Seval Mert
Seroka PAK-Ewropa
(Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropa)

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn