HDPê Daxûyanîyek Li Hemberî Daxûyanîya Ocalan Da

Ocalan îro(în) bi rêya parêzerên xwe daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir ku,”bila HDP di hilbijartinên Stenbolê de bêalî be.

Ocalan îro(în) bi rêya parêzerên xwe daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir ku,”bila HDP di hilbijartinên Stenbolê de bêalî be. Fikra min ev e. Dîsa jî biryara dawî ya HDPyê ye”.
 Li ser vê yekê HDPê daxûyanîyek li hemberî daxûyaniya ocalan da û diyar kirin ku ew ê sekna xwe ya 31ê adarê bidomînin.


Li gorî nûçeya Peyama Kurd:
Hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê nameya Serokê PKKê Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da û diyar kir ku di helwesta partiya wan de tu guhertin çênebûye.
Hevserokatiya HDPê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku di stratejî û taktîka HDPê di hilbijartina Stenbolê de tu guhertine tune ye: “HDP di nava du aliyên tarîxî de nabe aliyek û di stratejiya xwe ya Rêya Sêyemîn de bi îsrar e. Di stratejî û taktîka HDPê ya di hilbijartina Stenbolê de tu guhertine tune ye.”

Piştî daxuyaniyên Doç. Dr. Ali Kemal Ozcan ên derbarê hevdîtina bi Abdullah Ocalan a 18ê Hezîranê, îro (21.06.2019) parêzerên Ocalan jî daxuyaniyek dabûn û diyar kiribûn ku Ocalan ji wan re gotiye di hilbijartinên Stenbolê de biryara dawî ya HDPê ye.
 

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye