HDP: Zêdeyî 21 hezar HDPyî hatine desteserkirin û girtin

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku, ji 2015an ve, di operayonên li dijî partî û pêkhateyên wê de, 15 hezar û 530 HDPyî hatine desteserkirin, di nav de 750 endam û rêveber bi giştî 6 hezar kes jî hatine girtin.

Navenda Nûçeyan- Komisyona Mafê Mirovan yê HDPê, bi boneya Roja Mafê Mirovan Cîhanî, rapora xwe ya 2019an derbarê binpêkirinên mafan de eşkere kir.

Li gor raporê, ji 2019an û vir ve, herî kêm, hezar û 670 endam û rêveberên HDPê hatine desteserkirin, 200 kes jê hatine girtin. Ji 2015an ve jî, 15 hezar û 530 HDPyî hatine desteserkirin, di nav de 750 endam û rêveber, bi giştî 6 hezar  kes jî hatine girtin.

Herwiha rapor dide zanîn ku, ji meha Tîrmeha 2016an û heta vê kêlîyê 10 hezar 719 kes ji partîyê hatine desteserkirin û 2 hezar 251 kes jê hatine girtin.

Li gel vê yekê di derbarê qeyûman de, di raporê de tê gotin ku 19ê Tebaxa 2019an qeyûm bo şaradarîyên HDPê yên bajarên mezin Amed, Merdîn û Wanê yên Bakurê Kurdistanê qeyûm hatin dayîn û bi giştî jî ji meha Kanûnê û vir ve 17 hevserokên şaredarîyan hatine girtin.

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye