HDP: Şanda me li Iraqê hevdîtinên berfireh pêk anîn

.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay ragihand, şanda wan li Iraqê hevdîtinên berfireh û bi sûd pêkanîne û got: “Şanda me di serî de ligel Serokkomarê Iraqê Berhem Salih  ligel çendîn aliyan hevdîtin pêkanîn û di wan civînan de pêşhatên dawî û bi taybet  şer li ser gelek pêşhatên din gotûbêj hatin kirin.”

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay li navenda giştî ya avahiya partiya xwe civîneke çapemeniyê saz kir û derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Gunay amaje bi operasyonên dawî ên Artêşa Tirkiyê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de da û got :"Girî û şîna ku şer bûye sedem ne li koşkê ye,  li malên ji kerpîçê ne. Berpirsyariya sereke ya siyasetê divê parastina jiyana mirovan be lê desthilata AKPê û MHPê li ser rêyeke berovajî vê yekê  dimeşe."

Ebru Gunay da zanîn ku ew dê wek HDP ji bo bidawîanîna şer çi berpirsiyek bikeve ser milê wan bicih bînin û got: "Ji bo pêşevebirina rêyên diyalog û mûzekerê çi ji destê me bê em dê bikin."

Berdevka HDPê behsa serdana şanda partiya xwe ya bo Iraqê û civîna ligel Serokkomarê wî welatî Berhem Salih û çend aliyên din jî kir û got: "Şanda me di serdanê de bi taybet şer li ser  gelek mijaran nirxanndin kirine û serdanên gelek berfireh û bi sûd pêkanîne."

Berdevka HDPê Ebru Gunay got: “Em weke HDPê bo bicihanîna her hewildan û berpirsiyeke di vî warî de têkoşînê dikin. Tişta herî girîng jî em bo pêşvebirina rêyên diyalog û çareseriyê çi ji destê me bê dikin û em dê li ser vê berdewam bin. Di vê çarçoveyê de alîkara hevserokê me yê giştî û berpirsa me ya  karûbarên derve birêz Feleknas Uca û Parlamenterê me yê Wanê Sezaî Temellî li Iraqê çendîn hevîditin kirin. Di serî de ligel Serokkomarê Iraqê Berhem Salih  ligel çendîn aliyan hevdîtin pêkanîn û di wan hevdîtinan  de pêşhatên dawî û di serî de şer gelek pêşhatên din hatin gotûbêj kirin. Hevdîtinên gelek berfireh û bi sûd hatin kirin. Ji ber em di wê bawerê de ne desthilata AKPê û MHPê desthilateke wisa ye ku ji siyeset, diyalog û çareseriyê ditirse  û ji meşandina polîtîkayên aşitiyê aciz e. ji bilî polîtikayên ewlehiyê ku bo her cihekê wêrankariyê tîne, ti rêyeke din nizane. Ji bo vê desthilata alîgir a şer, merca serkeftinê  berdewamiya desthilata wan û destkeftên alîgirên wan e. Li şûna parastina jiyanê, pereyê ku bikeve berîka xwe difikirin. Take siyaseta ku ew dizanin ev e."

Partiya Demokratîk a Gelan HDPê îro 12ê Gulana 2022ê li ser hesabê xwe yê Twiterê ragihandibû,  ku ji berpirsa Karûbarên Derve û Parlamentera Êlihê ya HDPê  Feleknas Uca û Parlamenterê Wanê Sezaî Temellî pêkdihat, bi serdanek fermî çûne Iraqê û ligel Serokkomarê wî welatî Berhem Salih civiyane.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Ahmet Guneştekîn li Romayê pêşangehek vekir
Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn