HDP: Em ligel PAK û PSKê ne

HDP li dijî girtina PAK û PSK, piştgiriya siyasî û hikûqî dide her du partiyan. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Buldan di civîna ligel şandeke Partiya Sosyalîsta Kurdistanê û Partiya Azadiya Kurdistanê de piştevaniya xwe tekez kir.

HDP li dijî girtina PAK û PSK, piştgiriya siyasî û hikûqî dide her du partiyan.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Buldan di dema civîna ligel şandeke Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)  piştevaniya xwe ji bo wan her du partiyan tekez kir û ragehand, ku girtina partiyên kurdî bi hinceta navê Kurdistanê qebûl nakin.

Herwiha Buldan got: “Em wekî HDP di kevneşopiya xwe de gelek caran tuşî partîgirtinê bûn. Îro di pêvajoya demokrasiya Tirkiyeyê de partî nayên girtin. Lê ji bo girtina partiyên Kurdistanî peyva Kurdistanê wekî hincet tê nîşan dan. Em ê wekî HDP her cûre piştgiriyê didin kampanyaya we. Emê himpiştgiriya siyasî him jî piştgiriya hikûqî bidin. Çi ji destê me were em ê bikin.”

Serdozgeriya Tirkiyê bi hinceta navê “Kurdistanê” doza girtinê li PAKê, PSKê û partiyên din ê Bakurê Kurdistanê vekiribû.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist