Hakan Fîdan hedefa Tirkiyeyê ya li Rojavayê Kurdistanê eşkere kir!

.

 Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, “Hedefa me ya stratejîk nehiştina YPGyê ye.”

Hakan Fîdan beşdarî bultena NTVyê bû û behsa hedefa Tirkiyeyê ya li Rojavayê Kurdistanê kir.

Fîdan got, “Hedefa me ya stratejîk nehiştina YPGyê ye” û berdewam kir:

“Divê kesên ne Sûriyeyê yên di nava YPGyê de kêliyekê berî kêliyekê ji welêt derkevin.

Divê hemû astên fermandariyê yên YPGyê jî welêt biterikînin.

Divê yên mayî jî çekan deynin û li jiyana xwe vegerin.”

Fîdan îdia kir ku “PKKyê ji Amerîka û hinek û hinek welatên Ewropayê piştgiriyeke bêhempa standiye” û got:

“Ev bi salan e ku mixalifên Sûriyeyî şer dikin.

Li gorî nêrîna me, di encama gavên ku dê birêvebiriya li Şamê biavêje dê YPG êdî zemînekê zêde nebîne.”

Hakan Fîdan da zanîn, “Balyozxanaye Tirkiyeyê ya Şamê dê ji sibe û pê ve dest bi xebata xwe bike.”

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist