HAK-PAR, PAK û PSK: Em Pîrozbahîyên Newrozê û Bibîranîna Jenosîda Helepçeyê Betal Dikin

Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR), Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) daxûyanîyek hevpar belav kir.

Navenda Nûçeyan - Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR), Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) daxûyanîyek hevpar belav kir.

Daxûyanîya HAK-PAR, PAK û PSKyê wiha ye:

“Me wek HAK-PAR, PAK û  PSKyê biryar dabû ku, li Amed û Stenbolê bi hevre Newrozê pîroz bikin û herweha li   Amedê jî bihevre  Jenosîda Helepçeyê bibîrbînin. Di  vê  derbarê de jî me amadeyîyên xwe temam kiribû.

Lê jiber  Vîrusa Koronayê, em mecbûrin civata xwe ji xeterîya nexweşîyê  biparêzin .

Bi vê hestyarîyê, em dixwazin gelê xwe agahdar bikin ku, em pîrozbahîyên xwe yên Newrozê yên li Amed û Stenbolê û bibîranina Helepçeyê ya li Amedê betal dikin.

Em bangî hemû hemwelatîyên xwe û hemû mirovahîyê  dikin ku li himberî  Vîrusa Koronayê tedbîrên pêwîst bigirin û xwe û dor û bera xwe ji vê xeterîyê biparêzin.”

14.03.2020

HAK-PAR(Partîya Maf û Azadîyan)

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)

PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan)

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist