Gundên Başûr dişewitin: Gundî asê mane

.

Şewatên li Başûrê Kurdistanê yên ji ber êrişên Tirkiyeyê dibin şewata bax û bostanên gelek gundan.

Herî dawiyê agir bi gundê Elkîşkê yê Berwarî Balayê ket.

“Gelek kes li gund asê mane”

Şêniyekî gund li ser şewatê ji Nûçegihanê Rûdawê Xerîb Mecîd re got:

“Min pê li ruhê xwe kir û ji gund derketim. Gelek kes li gund asê mane û nikarin nefesê bistînin.”

Ji ber operasyon û bombebaranên artêşa Tirkiyeyê yên li hemberî gerîlayên PKKyê li devera Berwarî Balayê ya parêzgeha Dihokê agir bi çend gundan ketiye.

Li devera Berwarî Balayê agirekî mezin derketiye û agir gihîştiye gundê Elkîşkê.

Şêniyên gundê Elkîşkê diyar kir ku pêşî dengê teqîneke xurt hatiye bihîstin, piştre şewat derketiye û wan banga alîkariyê kiriye.

Nûçegihanê Rûdawê Xerîb Mecîd da zanîn ku gelek şêniyên gundê Elkêşkê di nava gund de asê mane.

Welatiyekî gundê Alkişkê ji Rûdawê re ragihand ku rewş pir xerab e, her du aliyên rêya gund dişewite û kontrolkirina agir zehmet e.

Wî welatiyî diyar kir ku hinek xelkê gund ji ber agir nikarin nefesê bistînin û rewşa agir pir xerab e û agir gihîştiye malan û dibe ku tiştek nemîne û mal û sewal hemû wêran bibin.

Li gundê Elkîşkê nêzikî 40 malî hene. Wî welatiyî wiha got, “Rewşa xelkê pir xerab e. Yên ku otomobîlên wan hene çûne û yên ku otomobîlên wan tinin jî mane.”

Li ser derketina agir jî wiha anî ziman, “Me li nêzikî gundê Çemlikê dengekî bihêz bihîst û piştre jî agir derket.

Me carekê agir kontrol kir lê şeva borî agir careke din serî hilda.”

Kurdistan Haberleri

APIKUR: Em ji bo hinardekirina petrolê amade ne lê şertên me hene
PDK û YNKyê li hev kir: Dê bi hev re astengiyên siyasî çareser bikin
Li Siwêdayê bi dehan kuştî û birîndar hene: Serê Kaniyê jî li nav hev ket
Serokatiya Durziyên Sûriyê banga li civaka navdewletî kir
Li 36emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo de 10 rêkxiravên mafê mirovî daxuyaniyek belavkirin