Grûpên çekdar 2 welatiyên Kurd li Efrînê revandin  

.

Grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 2 welatiyên Kurd li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku roja Duşemê, 5ê Nîsanê, polîsên siyasî endezyar Emîr Mistefa li ser rêbenda gundê Tirindê girtin û birin baregehê xwe.

Endezyar Emîr Mistefa Cincî yê 27 salî, xelkê gundê Maretê ye û karmendê Rêxistina Şefeq a hawarçûnê ye.

Li gor heman rêxistinê, roja Yekşemê, 4ê Nîsanê, çekdarên grûpa Feleq el-Şam welatiyê Kurd Mihemed Misto li ser rêbendeke li derveyî bajarê Efrînê girtin.

Mihemed Misto yê 50 salî, xelkê gundê Ipila ye û bi tohmeta pêwendiyê ligel Rêveberiya Xweser a berê li Efrînê hatiye girtin.

Bajarokê Efrînê 18ê Adara 2018an ketibû destê grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê û ji wê rojê ve bi sedan xelkê sivîl ji aliyê wan grûpên çekdar ve hatine girtin, revandin, îşkencekirin û kuştin.


 

Kurdistan Haberleri

Teşkîlata Batmanê ya PWKyê, Li Batmanê, Li Ser Caddeya Gulistanê Jenosîda Helebçeyê Bibîranî
Bi dosyayekê li ser sedsaliya Qamişlo.. Kovara "Soryaz" jimara xwe ya yekê derdixe
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin