Grubên çekdar 7 hemwelatî ji Efrînê revandin

Grubên çekdar ên ser bi artêşa Tirkîyê 7 kes ji du gundên Efrînê revandin, di nava wan de jinek jî heye.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Serbazî roja 23ê vê mehê bi ser gundê Kurzêlê yê ser bi Efrînê de girt û bi armanca standina pereyan ji gundîyan, 5 mêr û jinek revandin.

Navê kesên hatine revandin wiha ne: Subhî Cuman Sîdo. Welîd Cuman, Ehemd Zekî Îbiş, Ehmed Elo, Hemodî Nûrî Cafer û Yasemîn Îbrahîm Ebdo.

Wê rêxistinê dîyar kir jî, Grubeke ser bi Ceyş El Şerqîyê ve roja 23ê mehê xurtekî bi navê Xelîl Mihemed Elî Îbrahîm revand û heta niha çarenivîsa wî ne dîyar e.

Herwiha da zanîn jî, li gundê Senarê yê ser bi navçeya Şîyê ve, çekdarên grûpa Lîwaya Weqas roja 24ê vê mehê bi darê zorê ketin mala Ebdula Husên Mustefa Axa û pere û kelûpelên malê dizîn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji alîyê artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, bi hezaran welatîyên Efrînê hatin revandin û beşeke mezin jî hîna revandî ne.

 

Siyaset Haberleri

Daxuyaniya bi hilkefta pêkhatina Pêncemîn Plînoma Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat
Şandeyeke Kongreya Amerîkayê bi Ehmed Şer re civiya
Keleha Hewlêrê dê bi muzîka Rojavayê Kurdistanê olan bide: ‘Yekpar’ û ‘Şahmaran’
Şoreşa teknolojiyê: Robot êdî dikarin bibin dayîk
Ji Serê Kaniyê heta Derayê heman kes, heman tehdîd: Çekdar kincên xwe diguherin