Grubekî YNKê: Hin kes derveyî îradeya hemû endamên kongrê hatin serxistin

Grubekî nav YNKê çend alîyên veşartî yên kongreya çarem a YNKê aşkera kirin û radigehînin, ji ber hin binpê kirinan rewabûna kongrê lewaz bûye û çend kes jî berevajî îradeya endamên kongrê, bo rêveberîyê hatin hatin helbijartin ku dibe armanca wê gotinê B

Navenda Nûçeyan- Navenda rawestana YNKê – Nawk, ku grubekî nû nav YNKê de hatîye ava kirine û dibe ku ji alîyê baskekî YNKê ve piştevanî lê tê kirin, bi daxuyanîyeke serenava ‘’Dijî sepandina her kesekî ne bo rêveberîyê û nabe sextekarîya demokrasîyê bê kirin’’ de amaje bi wê yekê hat kirin ku; ‘’Kongre pêwîst bû biba cîhê hêvîyên hemû YNKyîyan. Lê mixabin, sextekarîyê ve, giranî û rewabûna kongrê lewaz bûye.’’

Herwaha çend xalên binpêkirinê belav kirin ku yekem de ragehandin, piranîya malbendên rêxistin û mekteban de xelkê bi helbijartin bo kongrê hatîye dîyar kirin. lê li her cîhekî ji alîyê hin kesên destê wan diçe ve, hin kes bê ku payeyekî wan a partîyê hebe, bûn endamên kongre. Vê jî hewsengîyên hêz guhert.  

Xaleke din de jî tê gotin: ‘’Lîste û lîsteçîtî ya bi wî awayî aşkera tê kirin, bi hemû awayekî em red dikin. Ji ber li gor me lêdana demokrasîyê û kesên serbixwe yên nav partîyê nikarin derkevin pêş û tenê ewên di lîsteyên wan de dê serbikevin. Bi heman awayî em wisa dibînin ku belav kirina pare û dîyarîyên giranbaha ji samanê giştî bo kirîna dengan, karekî ne guncaw e û dijî bingehên demokrasîyê ye û YNKê ye.’’

Di xala sêyem de jî tê gotin: ‘’Serxistin û sepandina çend kesekan bo zor û zordarî û dijî îradeya hemû endamên kongreyê bo rêveberîya partîyê, reftarekî nayê xwestin e û nabe wisa bi asanî ev tişt bê derbas kirin li ser YNKyîyan de. Pêwîste ew prose ku guman tê de hene bê dubare kirin û bi awayekî demokratîk, azadane û bi helbijartinê ve birêve biçe.’’

Basnews

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye