Greenpeace: Hewceyî ne bi gotinan, bi gavên pratîk heye

Greenpeaceyê got di Civîna G7’ê de ya li Bîarrîtzê ya Fransayê li ser mijara avûhewayê, ”qewlên pûç” hatine dubarekirin û hê jî polîtîkayeke ji dil nehatiye danîn.

Greenpeaceyê got di Civîna G7’ê de ya li Bîarrîtzê ya Fransayê li ser mijara avûhewayê, ”qewlên pûç” hatine dubarekirin û hê jî polîtîkayeke jidil nehatiye danîn.

Greenpeace, yek ji mezintirîn rêxistina hawîrdorparêz a cîhanê ji bo ku li ser mijar avûhewayê gaveke berbiçav nehatiye avêtin helwesta xwe nîşan da. Edîtorê Greenpeace Înternatîonalê Jennîfer Morgan got, ”Ji bo têkoşîna dijî problêm lezgîn ên avûhewayê ji gotinan bêhtir hewcehiya me bi tiştên din heye.”

Morgan got ji bo pêşî li germbûna global were girtin divê gazên karîger ên serayê heta 2050’î werin qedandin. Di daxuyaniyê de têkilî daxuyaniya G7’ê hate gotin, ”Heta ku ne xwedî angajmaneke wiha be ku heta 2050’î berdana gazên karîger ên serayê li qada pratîk bîne sifirê, ”pêşnûmeyeke standart ku dixwaze ti liv û tevger bibin, pûç û vala ye”.

Dîroktorê Fransayê yê Greenpeaceyê Jean-Françoîs Jullîard jî xwest ku Serokkomarê Fransayê Emmaneuel Macron, ku bi wê îdîayê li ser mijara avûheayê bi rola pêşeng rabe, nerîna xwe ya dîplomatîk biguherîne. Jullîard alîkariya bi Brezîlyayê mînak da û got, ”Dema ku mirov insîyatîvên akektodîk derxîne pêş, ev tenê bi kêrî wê tê ku bala mirov ji problemên rastîn dûr bixe”.

Jullîard her wiha got li atmosferke wiha ku Macron li ser avûheyê qewlan dide, li welatê wî, hemû hedefên derbarê avûheayê li paş in.

 

Siyaset Haberleri

Bîst û yek dîplomatên ku ji rejîma Esed reviyabûn, vegerandin ser karên wan
Berê Kurdistana Sûriyê daxuyaniya Mihemed Senkerî şermezar dike
Nûnerê Trump bi Kurdî peyam da: Peymana Îraq û Tirkiyeyê pêngaveke berbiçav e
Neteweyên Yekbûyî: Em çavdêriya hilbijartinên Îraqê nakin, tenê alîkariyê dikin
Tirkiye ji ber sizayên li ser Rûsyayê berê xwe dide petrola Îraqê