Graham: Serok Trump pêzanîn heye bo wê tişta ku Kurd kirîye

Senatorê Komarîyên Amerîkayê yê bi nav û deng, Lindsey Graham dibêje, “çaresereke dîrokî” ji bo kurdên Rojavayê Kurdistanê mumkin e.

 

Navenda Nûçeyan- Lindsey Graham di çavpêketinekê de li gel kanala Fox News a Amerîkî ragihand, ew bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re axivîye û li ser bingeha wan axavtinan jî geşbîniyek li cem wî çêbûye, ku “çêdibe çareserîyek were bidestxistin ku li gor wê, asayişa Tirkîyê û Kurd jî garantîkirî be.”

Graham herwiha dibêje, ew di wê bawerîyê de ye ku “Amerîka û hêzên Kurdî dikarin bi hev re projeyeke wan hebe ji bo nûjenkirina bîrên petrolê yên Sûrîyê, bi awayekê ku dahata wê ji bo Kurdan be.”

Ew senatorê komarîyan ê navdar ragihand: “Serok Trump pêzanîn heye bo wê tişta ku Kurd kirîye. Ew dixwaze piştrast be ku DAIŞ venagere. Pêşbînî dikim ku em di hevbeşîya li gel Kurd de li Rojhilata Navîn berdewam bin, ji bo ku em piştrast bin ku DAIŞ dubare dernakeve.”

Li alîyekê din, Serokê Komîteya Xizmetguzarîyên Leşkerî ya Senatoya Amerîkayê, Jim Inhofe jî dîyar kir, “Trump ji vê rastiyê têdigihe ku giring e hêza esmanî ya Amerîkayê li navçeyê bimîne.”

Inhofe herwiha got: “Pêwîst e Amerîka hêza xwe ya esmanî bihêle ji bo ku berdewam fişarê li DAIŞê bike, rê li Rûsya û Îranê di sûdwergirtina ji derfetan de bigire û hevbeşên me li ser erdê biparêze.”

 

 

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be