Graham bersiva Fermandarê Supaya Pasdaran da: Rojên we kêm mane

Senatorê Komarî Lindsey Graham bersiva serkirdeyên Supaya Pasdaran a Îranê da û ragihand ku rojên desthilata Îranê kêm mane.

Navenda Nûçeyan- Senatorê Komarî Lindsey Graham bersiva daxuyanîyên serkirdeyên Supaya Pasdaran, General Hisên Selamî da.

Lindsey Graham li ser twîterê belav kirîye, berovajî axaftinên serkirdeyê Supaya Pasdaran a Îranê Hisên Selamî, mezintirîn gefa li ser gelê Îranê ne hikûmeta Amerîka yan jî gelê Amerîka ye, lê murîdên Ayetullah ên weke Selamî ne.

Graham dibêje, wan welat dizîne û samanên gelê Îranê ji bo dirustkirina tevlîhevîyê û nearamîyê li hemû navçe û cîhanê bi kar tînin. Graham tekez dike: Ji bo min teqez e ku rojên wan kêm mane.

Senatorê Amerîkî herwiha Trump han dide ku cezayên zêdetir li ser Îranê bisepîne.

Graham ji Trump re gotîye: “Di dawîyê de hûn dê xizmeteke mezin a gelê Îranê bikin û dema ku ew rejîma qatil hilweşe, hûn dê cîhanê bikin cihekî baştir.”

Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê, Hisên Selamî pêr di daxuyanîyekê de, Amerîka, Brîtanya, Erebistana Siûdî, Îsraîl û herwiha alîyên dijberê Komara Îslamî bi wê yekê tohmetbar kiribû, ku destê wan li piştî xwepêşandanên wê dawîyê yên li Îranê hebûye û gef li wan xwaribû, ku eger ew alî xetên sor ên Îranê derbas bikin, ew dê wan ji holê rakin.

General Selamî gotibû: “We ji me zileyeke qahîm xwarîye û we nekarîye bersivê bidin, ku cîhanê hin ew zile dîtine û hin jî nedîtine. Eger hûn xetên me yên sor derbas bikin, em dê we ji nav bibin.”

 Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist