Gotinên mamosteyekê yên derbarê Kurdî de rastî bertekên mezin hat

.

Mamosteyê li ser hesabê xwe yê Twitterê gotiye ku tehemula wê nemaye ku herkes Kurdî diaxive. 

Li gundê Girê Mîra ya girêdayî Nisêbîna Mêrdînê mamosteyeke dibistanê di hesabê xwe yê twitterê de nivîsand ku ew dixwaze tayîna wê bo dereke din derkeve ji ber ku tehemula wê nemaye ku herkes Kurdî diaxive. Gotinên mamosteyê, rastî bertekên berfireh û tund hat.

Mamosteyeke jin ku li gundê Girê Mîra ya girêdayî Nisêbîna Mêrdînê mamostetiyê dike di twittera xwe de sivikatî li zimanê Kurdî kir.

Di hesabê xwe yê twitterê de nivîsand: “Xwedêyo! bila tayîna min bo dereke din derkeve. Tehemula min ji bo axaftina bi Kurdî nema, herkes bi Kurdî diaxive.”

Li ser vê yekê di medyaya civakî de bertekên berfireh û tund hatin nîşandan.

Ji ber ku bertek berfireh bûn û deng veda Qeymeqamtiya Nisêbînê daxuyaniyek belav kir û got ku hesabê twitterê ya wê mamosteyê bêyî wê hatiye bikaranîn û ya ew twît avêtî ne ew e. Lê piştî demekê hat dîtin ku Qeymeqamtiya Nisêbînê jî daxuyaniya xwe paşve kişand.

Hat ragihandin ku Wezareta Perwerdehiyê jî derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

K24

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin