Gotegotên pêkanîna kongreyekî bo dabeş kirina Iraqê belav dibe

Beşek ji çapemenîya Iraqê behs dikin ku kongreyek bi beşdarîya serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û serokê hevpeymanîya hêzên Iraqî (sunne), li Îmarat a Erebî ya Yekgirtî birêve çûye.

Navenda Nûçeyan- Her li gor heman çapemenîyên Iraqê behs dikin, kongre bi çavdêrîya hikûmeta Îmaratê rojên 09 û 10.01.2020ê li Ebu Dabî ya paytexta wî welatî birêve çûye û gelek kesayetên sunneyên Iraqê beşdarî kirine.

Hevpeymanîya hêzên Iraqê bi temamî red dike ku kongreyekî wisa hatibe kirin û Mihemed Helbûsî jî beşdar bibe. Lê parlamenterê Partîya Meşrû El Erebî Ebdulxaliq El Ezawî, ku Xemîs Xencer serokê wê partîyê ye û partîyekî sunne ye, pêkhatina kongreyekî wisa piştrast dike.

Di wê kongreyê de, ku çapemenîya Iraqê behs dike, behsa ava kirina herêmekî bo sunneyan li Iraqê hatîye kirin, ku piranîya alîyên Iraqê bi tundî ava kirina wê herêmê red dikin.

Herçend destûra daîmî ya Iraqê ava kirina herêm li welat wek mafekî xelkê parêzgehan pênase jî dike, lê piranîya alîyên Iraqê red dikin û li gor wan ev hewldaneke bo dabeş kirina Iraqê.

Belavbûna wan gotegotan piştî wê yekê tê ku, kurd û sunne beşdarî civîna parlamentoya Iraqê nebûn bo biryar dayîna derbarê derxistina hêzên Amerîkî û bîyanî li ser axa Iraqê.

Parlamentoya Iraqê roja 05.01.2020ê ji ber kuştina Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendîs, bê ku nûnerên kurd û sunne amadebin biryara derxistina hêzên bîyanî li Iraqê pejirand.

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist