Gora komî ya zêdetirî 2 hezar term tê de ne tê vekirin: Piranî xelkê Şingalê ye

.

Tîma lêkolînan a Neteweyên Yekbûyî UNITAD û Europs ligel tîmên hikûmeta Iraqê dest bi vekirina gora komî ya li bajarê Telaferê kirin ku termên zêdetirî du hezar qurbaniyên terora DAIŞê tê de ne.

Gora bi kom a ku li nehiya Îyadiyê ya bajarê Telaferê a Musilê ye, bi navê Kora Elo Enter tê nas kirin.

Li gorî agahiyan zêdetirî 2 Hezar termên qurbaniyên DAIŞê di wê gorê de hene û piraniya wan jî xelkê Şengalê ye.

Hate ragihandin ku wê vekirina gora komî bi qasî 3 mehan dewam bike.

Kurdistan Haberleri

PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
PWK LI STOCKHOLMÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin