Girtina welatiyên Kurd li Îranê didome

Di rojek de 3 welatiyên Kurd jî hatine darvekirin.

Di mehekê de 88 welatiyên Kurd hatine girtin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê girtina welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve li Rojhilatê Kurdistanê berdewame.

Hengawê diyar kiriye ku, tenê di meha 12an ya sala derbasbûyî de li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 88 welatiyên Kurd ku, beşeke zêde ji wan jin û zarokên ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîmê ve bi hincetên curbicur hatine girtin.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, di roja yekem ya sala nû de rejîma Îranê li girtîgeha Qizilhesar ya li bajarê Kerecê 3 welatiyên Kurd darve kiriye.

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc