Geştên Balafirxaneya Hewlêrê hatin destpêkirin

.

 Serokê Yekîtiya Kompaniyên Balafirvaniyê yên Hewlêrê ragehand, “Ji ber asayîbûna rewşa keşûhewayê, geştên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji seet nehê sibehê ve hatine despêkirin.”

Serokê Yekîtiya Kompaniyên Balafirvaniyê yên Hewlêrê Lawend Memûn îro (În, 29.11.2024) taybet ji Malpera K24ê re got, “Ji ber mij û moranê û guhertina keşûhewayê, şeva borî geştên çend welatan ji bo Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatin paşxistin, lê vê sibehê ew geşt dîsa hatin destpêkirin.”

Serokê Yekîtiya Kompaniyên Balafirvaniyê yên Hewlêrê herwesa got, “Her yek ji geştên Hewlêr - Stenbol, Hewlêr - Şarîqe, Hewlêr - Eman û Hewlêr Dewheyê ji ber mij û moranê hatibûn paşxistin.”

Lawend Memûn amaje jî da, “Ji ber asayîbûna rewşa keşûhewayê, geştên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji seet nehê sibehê ve hatine despêkirin.”

Şeva borî ji ber wê mija Kurdistan û xasma bajarê Hewlêrê girtibû, geştên asmanî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi çend welatan re hatin paşxistin û seet nehê vê sibehê hatin destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin