Geşta esmanî di navbera Iraq û Tirkîyê de hat rawestandin

Geşta esmanî di navbera Iraq û Tirkîyê de bi sedema zêdebûna koronayê li Tirkîyê heta meha 1ê meha Îlonê hat ragirtin.

Desteya Firokvanîya Medenî ya Iraqê di daxuyanîyekê de ragihand, desthilata Firokvanîya Medenî ya Tirkîyê li ser daxwaza Wezareta Tendirustîyê ya Tirkîyê, geşta esmanî di navbera Iraq û Tirkîyê de heta 1ê meha Îlonê ragirt.

Di daxuyanîyê de tekezî li wê yekê hate kirin, di derbarê rênimayên vegera welatîyên Iraqê ji Tirkîyê, dê di rîya kanalên dîplomasî yên di navbera her du welatan de bibe.

Biryar bû, sibe 3ê Tebaxê geşteke esmanî ji Bexdayê ber bi Stenbolê ve bi rê ketiba, lê ew hate paşxistin.

Di çarçoveya rûbirûna vîrusa Koronayê de, geştên esmanî yên Iraqê ji roja 17ê Adara 2020an ve û heta 23ê Tîrmeha bûrî hatibûn rawestandin.

Tirkîye dixwaze bi rîya qedexekirina geştên esmanî yên bi Iraqê re, rê li ber belavbûna zêdetir a vîrusa Koronayê bigire. Ev jî di demekê de ye, heta niha li Tirkîyê zêdetir ji 231 hezar kes û li Iraqê jî zêdetir ji 126 hezar kes bi Koronayê ketine.

 Li paytexta Iraqê û Herêma Kurdistanê heftaya borî qedexeya li ser geştên esmanî yên navnetewî hatibûn rakirin. Li ser vê yekê li Tirkîyê jî 1ê Tebaxê qedexeya geştên esmanî ya li ser Iraqê rakiribû. 1ê Tebaxê piştî çend mehan cara pêşî geşta esmanî ya di navbera Hewlêr-Enqere û Stenbol-Hewlêr hatibû kirin

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da