Gergerlîoglu hat berdan: Birina bi zorê ji parlamentoyê neket îfadeyê

.

Parlamentarê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu ku hefteya borî parlamenteriya wî hatibû xistin û li parlemtoyê dest bi Nobeta Edaletê kiribû, îro danê sibehê bi zora polîsan hat binçavkirin.

Hat ragihandin ku Gergerlîoglu hatiye berdan, lê di girtenameya binçavkirinê de binçavkirina wî ya bi zoraz polîsan nehatiye tomarkirin.

Gergerlîoglu ku ji ber parvekirina twîteke nûçeyê ceza lê hatiye sepandin û parlementeriya wî bi wê hincetê hatiye xistin, dema dixwest diçû destmêjê vê sibehê li nav eywana parlementoyê bi zora polîsan hat binçavkirin.

Piştî wergirtina îfadeya dozgeriyê ya Gergerlîoglu hat berdan ku nehiştibûn nimêj bike û cilên xwe biguherîne.

Hat diyarkirin ku Gergerlîoglu bi îdiaya di parlementoyê de, propagandaya terorê kiriye, hatiye binçavkirin û îfadeya wî hatiye standin.

Hat zanîn ji ber ku dozgeriyê di girtenameyê de anîna bi zorê ya îfadeyê nenivîsandine, parêzerên Gergerlîoglu bi nivîskî şerh danîne ser îfadeya wî.


 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist