Gergerlîoglu: Biryarê nas nakim û ji parlamentoyê dernakevim

.

 Parlamenterê HDPê yê bajarê Kocaelî yê Tirkiyê, Omer Faruk Gergerlîoglu ku îro bi xwendina biryara cezayê dadgehê dabû, parlamentariya wî hat xistin, biryara betalkirina parlamenteriya xwe şermezar kir û got, ew ji parlementoyê dernakeve.

Li gorî biryara li parlamentoyê hatiye xwendin parêzbendiya Gergerlîoglu hatiye rakirin û hêzên ewlekariya Tirkiyê dikarin ji bo cezayê 2 sal 6 mehan ê li ser wî bi sedema xebatên derbarê parastina mafên mirovan de kirine û lînka nûçeyekê li ser twitterê parve kiriye, dikarin wî desteser bikin.

Gergerlîoglu piştî xwendina biryarê li Civata Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê û betalkirina parlamentarîya wî got: "Ez ê berxwedana xwe ya li parlamentoyê berdewam bikim. Ez ê erka ku min ji millet girtiye heta dawî berdewam bikim. Ez biryarê nas nakim.”

Gergerlîoglu wiha axivî: "Beriya niha biryara derbarê min de xwendin û wekîltiya min betal kirin. Qaşo wekîltiya min xistin. Ev biryarek li dijî hiqûqê ye. Destûra Bingehîn binpê kirin û ev biryar stendin. Bi vê biryarê parêzbendiya min binpê kirin. Serokê meclîsê jî bû amûrê vê yekê. Min serî li destûra Bingehîn dabû. Lê bêyî li benda bersîva Destûra Bingehin rawestin ev biryar xwendin. Min wekîltiya xwe ji gel stendiye. Min ji zaliman ev wekîltî nestendiye. Min ji daraza ku Destûra Bingehîn binpê kir negirtiye."  

Omer Faruk Gergerlioglu da zanîn ku parlamentarên HDPê û gelek wekîlên din bi wî re li parlamentoyê rawestiya ne û diyar kir: "Em li Civata giştî çalakiya xwe berdewam dikin. Gelek wekîlan meclîs terk nekirin. Em vê biryarê nas nakin. Ez vê biryarê nas nakim. Ez ê berxwedana xwe ya li parlamentoyê berdewam bikim. Ez ê erka ku min ji millet girtiye heta dawî berdewam bikim. Ez biryarê nas nakim." 


 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe