General Kurilla bo ewlehî û hevkariya leşkerî li Rojhilata Navîn geriya

.

 Fermandarê giştî yê Hêzên Navendî yê DYAyê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla li di 5-8ê Adarê de li Rojhilata Navîn seredana dewleta Îsraîl, Urdin, Sûriye û Erebistana Sa’ûdiyê kir. Di seredana xwe de li ser mijarên ewlehiya herêmê û têkiliyên leşkerî hevdîtinan kir.

Korgeneral Kurilla, li Îsraîlê ji bo kûrkirina têkiliyên leşkerî, ewlehiya herêmê bi rayedarên payebilind re civiya. Li Urdinê li ser xwurtkirina têkiliyên bergiriyê û li Sûriyê li ser têkoşîna li dijî IŞİDê axifîn.

Kurilla, li Erebistana Saûdiyê, bi rayedarên Erebistanê û Yemenê re li ser tehdîdên herêmê û têkoşîna bi Hûsyiyan re axifî.

Ragihandina gera Kurilla, di ser hesabê medya civakî Xê ya CENTCOMê de hat kirin.

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye