Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin

.

 Hêzên ewlehiyê yên Iraqî ragihandin ku gelek siyasetmedarên Iraqî ji çavkaniyên navneteweyî peyamên tehdîdê wergirtine.

Di peyamên kurt de tên hişyarkirin ku eger Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî yên li Iraqê bibin armanca êrîşê, bersiva wê yekê dê tund û bibiryar be.

Pisporê ewlehî û stratejiyê Seyf Reid ji ajansa Şefeq Newsş re diyar kir ku ji roja Şemiyê ve, hin siyasetmedar peyamên nivîskî wergirtine ku hişyariyê didine wan derbarê encamên êrîşeke mihtemel a li ser Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî. Reid got:

"Ev peyam milîsên Îranê hişyar dikin ku êrîşeke li ser hêzên hevpeyman dê bersiveke bilez û bihêz bi xwe re bîne."

Di peyameke din de jî tê gotin: "Milîsên Îranê metirsiyê li ser Iraqiyan çêdikin. Nebin amûrên Îranê." Reid anî ziman ku ev peyam bi deng jî hatine, ku heman hişyariyan radigihînin û nîşan didin ku êrîşeke sîber a hemaheng bi operasyonên ewlehiyê li Kerkûk, Beycî, Dûk û Silêmaniyê re têkildar e.

Di dawiyê de, Reid destnîşan kir ku Iraq di rewşeke ewlehî û leşkerî ya hesas û xeternak de ye. Pêşketinên dawî dibe ku welat ber bi pevçûneke tevlihevtir ve bibin, û ji bo dûrketina ji pevçûneke berfireh, hişyariyeke mezin pêwîst e.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist