“Gelê Kurdistanê herdem cejn kirine helkefteke ji bo pêkvejiyanê”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got: “Gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyan ve herdem cejn û bîranînên xwe kirine helkefteke ji bo pêkvejiyanê, lêborîn û wekheviyê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got: “Gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyan ve herdem cejn û bîranînên xwe kirine helkefteke ji bo pêkvejiyanê, lêborîn û wekheviyê.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiya cejnê de dibêje: “Bi boneya hatina cejna pîroz a Qurbanê, pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilind ên şehîdan û enfalkiriyan û pêşmergeyên qehreman, li heciyan û ziyaretkarên mala Xwedê û tevahiya misilmanên li Herêma Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im cejn ji bo hemû aliyan bibe cihê xêr û xweşiyê.”

 

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: "Gelê Kurdistanê herdem cejn û bîranînên xwe kirine helkeftek ji bo dûpatkirina pêkvejiyan, lêborîn û wekheviyê. Hêvîdar im ev cejn bibe handerek ji bo zêdetir bihêzkirina yekrêzî û pêkve karkirina bi navê paşerojeke baştir a ji bo me hemûyan."

 

Di beşeke din a peyama xwe de Barzanî got: “Hêvîdar im ev cejin û helkeftên paşarojê jî bibin cihê kûrkirin û parastina wan kultûr û bihayên miroviyan û handerek be ji bo zêdetir bihêzkirina yekrêzî û pêkve karkirina bi navê paşarojeke baştir a ji bo me hemûyan.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê hewiha daxwazê dike ku rênimayiyên hatin û çûnê û parastina jiyan û selametiya hemwelatiyan bêne cîbicîkirin û geştyarên mêvan û jîngeh û sirûşta Kurdistanê hemû hevkar bin.

Siyaset Haberleri

Karsazên Kurd li Frankfurtê civiyan
Moskow: Kurdên ku li dijî Naziyan şer kiriye hatin bibîranîn
Îsal li Amedê çend esnafan dikanên xwe girtine?
Pirtûka ‘Fonolojiya Zazakî’ hat çapkirin
Piştîwan Sadiq: Gotûbêjên li gel Bexdayê ber bi çareseriya pirsgirêkan ve diçe