Geir Pedersen: Ti aliyek nikare li gor xwe krîza Sûriyê bi dawî bike

.

 Şandiyê navdewletî yê taybet bi Sûriyê Gier Pedersen ragihand, ti aliyek nikare li gora xwe krîza Sûriyê çareser bike.

Geir Pedersen roja 22ê Îlona 2022an li gel wezîrên derve yên hersê welatên garantor di krîza Sûriyê de, Rûsya, Tirkiye û Îranê derbarê dosyeya Sûriyê de civiya.

Li ser hesabê twitterê yê Şandiyê Taybet ê NY bo Sûriyê derbarê civînê de peyamek hatiye belavkirin û hatiye gotin, Geir Pedersen hevdîtina bi wezîrên derve yên Îran, Rûsya û Tirkiyê re ku piştgirî dan diyaloga navdewletî û hevkariya kûr a ji bo proseya siyasî ya li Sûriyê, bilind nirxand.

Geir Pedersen di hevpeyvînekê de li gel medyaya Amerîkî behsa wê civînê kiriye û nerazîbûna xwe derbarê karê Komîteya Destûrî ya Sûriyê de nîşan daye.

Pedersen herwiha ji bo amadenebûna li Cinêvê, Rûsya û hikûmeta Sûriyê tohmetbar kirine.

Pedersen diyar kir ku hebûna hêzên Rûsya, Tirkiye, Amerîka, Îran û Îsraîlê di nav axa Sûriyê de bûne sedema kûrbûna krîzê.

Di beşeke din a axaftina xwe de şandiyê navdewletî yê taybet bi dosyeya Sûriyê tekez kir, ku tenê bi rêya cîbicîkirina biryara navdewletî ya 2254 xwestekên gelê Sûriyê tên pêkanîn, lê destnîşan kir ku ti garantî nînin ku ew yek çêbibe.

Kurdistan Haberleri

Qamişlo | Buroya PDKSê şewitandin
Tirkiye pereyê dezenfektanê ji otomobîlên Herêma Kurdistanê distîne
ENKS: Em dê bi Mezlûm Ebdî re bicivin
Mihrîcana Edebiyata Sirgûnê ya Kurdî
Şerê PKK û Tirkiyeyê ziyan gihandiye 28 gundên Kanî Masî